Emel Öz
17 Sibat 2022•Rojanekirin: 18 Sibat 2022
Li eyaleta New Jersey a Amerîkayê, polêsan miemeleya ji hev cuda nîşanî yek reşik yek spî du ciwanên ku şer kirin da û ji ber vê jî li ser medyaya civakî bertek hat nîşandan.
Di dîmena li ser hesabê TRT Worldê yê Twitterê da li New Jerseyê li navenda danûsitandinê ya bi navê Bridgewater Commons yek reşik yek spî du ciwanan piştî nîqaşê bi kulman li hev dan.
Du polêsên ku midaxeleyî şer kirin, pêşiyê ciwan ji hev veqetandin. Dû ra polêsan qet xwe têkilî yê spî nekirin, lê yê reşik deverû li erdê dirêj kir, pê li piştê kirin û destên wî kelemçe kirin.
Bûyera ku dawiya hefteyê qewimî, li ser medyaya civakî belav bû û bû sedema bertekan.
Waliyê New Jerseyê Phil Murphy di parvekirina xwe ya li ser Twitterê da diyar kir ku lêpirsîna der heqê bûyerê da didome.
Murphy ew aciziya xwe anî ziman ku polêsan li hemberî nijadên cuda, miemeleyên cuda nîşan dan û wiha got, "Em bi biryar in ku pêbaweriya di navbera hêzên ewlekariyê û însanan da qewîntir bikin ku hêzên ewlekariyê xizmeta wan dikin."