Cüneyt Karadağ
17 Sibat 2022•Rojanekirin: 17 Sibat 2022
Li Almanyayê bahoza ku nîvê şevê dest pê kir tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li gelek eyaletên welêt, ji ber bahozê seferên trênê hatin rawestandin û dibistan hatin girtin.
Ji ber darên welgeriyayî li eyaletên Bavyera û Ren Vestfalyaya Bakur bi qasî 60 hezar malbat bê ceyran man.
Daîreya Meteorolojiyê ya Alman (DWD) ragihand, ji ber bahoza ku tesîrê li welêt dike û bandora wê dê heya dawiya hefteyê bidome, rewşên neçarî ne tê da bira welatî ji malên xwe dernekevin.
Rêhesiniya Alman jî li eyaletên Saksonyaya Jêr, Bremen, Hamburg, Schleswig-Holstein, Mecklenburg Vorpommern, Berlîn û Brandenburgê seferên dirêj ên trênê betal kirin.
Hat diyarkirin, leza bahoza "Ylenia" jê ra dibêjin, cih cihan di saetê da derdikeve 152 kîlometreyî.
Hat destnîşankirin, ji ber bahoza gur, ekîbên îtfaiyeyê beşdarî gelek operasyonên xilaskirinê bûn.