Nihat Kavşut
24 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2020
Li Rot am Seeya beldeya Baden Wurttemberga eyaleta Almanyayê ji ber êrîşa çekdarî kesek hat binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji ser hesabê medyaya civakî ya polêsên Aalenê hat dayîn ji ber bûyerê kesek hatiye binçavkirin û gelek polês hatine wezîfedarkirin.
Li gor nûçeyên di medyaya Almanyayê da derketin êrîş piştî nîqaşeke şexsî derketiye û di bûyerê da herî kêm 6 mirine.