Abdullah Tel
19 Gulan 2018•Rojanekirin: 20 Gulan 2018
BERLÎN
Karikaturistê rojnameya Suddeutsche Zeitungê ya Almanyayê Dieter Hanitzschê ku karikatureke Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu xêz kir bi hinceta sûcê neyarê Cihûyan kiriye ji kar hat derxistin.
Derhênerê Weşana Giştî ya Suddeutsche Zeitungê Wolfgang Krach ji ber karikaturê lêborîn xwest.
Dieter Hanitzsch di karikaturê da stranbêja Îsraîlî Netta Barzila ya ku di Pêşbaziya Stranê ya Eurovisionê da bûbû yekemîn bibîr xist. Di karikaturê da Netanyahu bi cil û bergên Barzilayê ku weke sitrana "Sala bê li Qudsê" bibêje xêz kir.
Piştî bertekên li ser medyaya civakî û medyaya Almanyayê hatin nîşandan Hanitzsch ji kar hat derxistin.
Karikaturist Hanitzsch daxuyanî da çapemeniya Almanyayê û piştrast kir ku rast e ew ji kar hatiye avêtin lê ji ber kirina xwe poşman nîne.
Di rojnameya Dieter Hanitzschê da berê jî karikaturên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên ku heta mirov dikare wek heqaret bihesibîne hatibûn weşandin.
Ji bo vê yekê jî digotin azadiya çapemenî û îfadekirinê heye û xwe bi wî rengî diparastin.