Nihat Kavşut
08 Mijdar 2019•Rojanekirin: 08 Mijdar 2019
Li Saksonya-Anhalta eyaleta Almanyayê ji ber teqîna di kana madenê da çêbû 2 xebatkar birîndar bûn û hin xebatkar di bin hezazê da man.
Li gor daxuyaniya rayedarên polêsan teqîn bi saeta herêmî derdora 09.00an da çêbû.
Hat diyarkirin teqîn 700 mêtro di bin erdê da çêbûye û ji 100 xebatkarên di madena da dixebitin 35 xebatkar mehsûr mane û rewşa wan baş e.
Li gor agahiyan xebatkar li bendê ne bên texliyekirin û 2 xebatkarên birîndar jî tên dermankirin.
Xebatên ji bona rizgarkirina xebatkarên di bin hezazê da mane jî didomin.