Kanada jî ji bo perwerdekirina pêşmergeyan dê leşkeran bişîne Herêma Kurdistana Iraqê (HKI).
Leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo perwerdekirina pêşmergeyan li HKIyê ne û leşkerên Kanadayê jî dê bi leşkerên DYAyê re bixebitin.
Berdevkê Serokwezîriya Kanadayê Jason MacDonald daxuyanî da û diyar kir ku leşkerên Yekîneyên Hêzên Taybet ji bo perwerdekirina pêşmergeyên ku li Iraqê li dijî endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) têdikoşin dê biçin Iraqê.
MacDonald destnîşan kir ku leşker bi tenê ji perwerdekirina pêşmergeyan berpirsyar in ango ji bo şer û pevçûnan dernakevin qadê.
Hejmara leşkerên ku dê Kanada bişîne Iraqê di navbera 50 û 100î de diguhire. Leşkerên Kanadayê ji bo perwerdekirina pêşmergeyan dê bi leşkerên DYAyê re bixebitin.
Di daxuyaniyê de der heqê dema şandina leşkerên Kanadayê de tu agahî nehat dayîn.