Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi sifetê "Serokê Heyama 2015an yê G20ê" di Lûtkeya Lîderên G20ê de pêşkêşî kir.
Di lûtkeya ku li Brîsbaneya bajaroka Awistiralyayê tê lidarxistin de ji bo serokên dewlet û hikûmetên ku endamê G20ê ne, firavîn hat dayîn.
Bernameya xwarinê Navenda Kongreya Brîsbanê bê çapemeniyê dewam kir û Davutoglu bi sifetê "Serokê Heyama 2015an yê G20ê" xîtabî lîderan kir.
Li gor agahiyan Davutoglu di axaftina xwe de li ser Serokatiya Heyama G20ê ya ku Tirkiye wê di meha kanûna 2014an de hilde ser xwe sekinî û qala karên ku wê pêşde bên kirin kir.