Atila Altuntaş
22 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2022
Rojnameya Aftonbladetê ragihand ku Krîstersson bi navbeynkariya Balyozxaneya Enqereyê ya welatê xwe duh ji Serokomar Erdogan ra nameyek şand.
Hat diyarkirin ku Krîstersson di nameyê da gotiye ku "Hêviya min ew e ku bi we ra di nav demeke kurt da hûrgiliyeke berfireh bikin. Dema ji we ra guncav bibe em amade ne ku bêne Enqereyê."
Krîstersson di nameyê da ragihand ku fikarên Tirkiyeyê cidî dibînin û got ku "Em pirsgirêkên ewlehiyê yên Tirkiyeyê gelekî cidî dibînin û em dixwazin ku di têkoşîna dijî PKKya rêxistina terorê û rêxistinên din ên terorû û tehdîdên ji şaxên van tên jî di nav da di têkoşîna dijî hemû cureyên terorê da hevkariyê bikin."
Serokomar Erdogan di daxuyaniya xwe ya îro da gotibû ku "Serokwezîrê nû yê Swêdê daxwaza randevuyê kir. Min gote hevalên xwe ku 'Randevuyê bidin bila bê'. Em li welatê xwe jî dê bi wî ra li ser van mijaran biaxivin. Fikra me ya di vê mijarê da neguherî. Divê ew van terorîstên ku mueyideyên cezaî yên bi vî awayî xwarine bigirin û bidin me. Heta wan nedin me di merhaleya parlementoyê da ev kar nameşe. Helwesta Serokwezîrê nû li gel têkoşîma dijî teror û terorîstan e."