Ahmet Karaahmet,Mehmet Burak Karacaoğlu
21 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2022
Li Îdliba bajarê Sûriyeyê ji ber barana bi şev dest pê kir av li hinek konan qelibî.

Xalid Ehmedê ji ber êrîşên rejima Esed reviya û xwe spart Kampa Hecî Xalid a li Îdlibê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber baranê konên 60 malbatan di bin avê da man.

Ehmed destnîşan kir ku qir û qafên malbatan di nav avê da man û wiha pê da çû: "Ji ber baranê avê diavêt nava mirov. Me bi bêran co vekir. Ji ekîbên parastina sivîl me alîkarî xwest. Malbatên mexdûr bûn xwe spartin konên malbatên cîran. Bi şev di her konî da 8 malbat man. Gelek zarok sewqî nexweşxaneyan hatin kirin."

Ji şêniyên kampê Meryem Hemûdê jî got ku bi barîna baranê av li gelek konan qelibî û çar alî di nav heriyê da ma.