Emre Gürkan Abay
12 Sibat 2025•Rojanekirin: 13 Sibat 2025
Kremlînê ragihand ku Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump saet û nîvê bi têlefonê axivîn û herdu serokan biryar dan ku peywendiyan bidomînin.
Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov li paytext Moskovayê der barê axaftina bi têlefonê ya di navbera Putîn û Trump da daxuyanî da rojnamevanan.
Peskov diyar kir ku hedu serokan mijara pevguherîna girtiyan guftûgo kirin û got ku "Trump temînat da ku aliyê Amerîkayê dê hemû peymanên li hev kirin tetbîq bike."
Peskov da zanîn Putîn ji Trump ra ragihand amade ne ku rayedarên Amerîkayî li Rûsyayê biezimînin û got ku heyet mijara Ukraynayê jî di nav da dê li sermijarên ku berjewendiyên herdu welatan dihewînin rawestin.
Peskov destnîşan kir ku Putîn Trump dawetî Moskovayê kir û ev gotin: "Putîn û Trump di axaftinê da li ser mijara Ukraynayê rawestiyan, biryar dan ku hevdîtina rû bi rû di nav da peywendiyên xwe yên şexsî bidomînin."
Peskov behs kir ku herdu serokan geşedanên li Rojhilata Navîn jî îstişare kirin û got ku Li ser bernameya nukleerê ya Îranê û têkiliyên aborî yên di navbera Rûsya û Amerîkayê da sekinîn. Axaftineke dirêj a bi têlefonê bû, biqasî 1,5 saet dewam kir."