Ali Cura
21 Sibat 2022•Rojanekirin: 22 Sibat 2022
Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov daxuyand Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokê Fransayê Emmanuel Macron di nav rojekê da du caran bi hev ra axivîn.
Peskov ji rojnamevanan ra daxuyand duh piştî axaftina telefonê ya Putîn û Macron bi saeta herêmî di saet 01.00î da bi daxwaza Macron ew careke din li ser telefonê axivîn.
Berdevk Peskov wiha got: “Serokên dewletan li ser mijara Ukraynayê axivîn."