Abdullah Tel
31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ser têlefonê bi Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra xeberda.
Li gor agahiyê ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan Erdogan û Putîn di xeberdanê da li ser Kongreya Diyaloga Neteweyî ya li Soçiyê, Operasyona Çiqlê Zeytûnê, Îdlib, têkiliyên dualî û geşedanên Sûriyeyê pêk tên, sekinînn.
Hat ragihandin ku Erdogan di xeberdanê da bal kişand ser mijara damezrandina Komîsyona makezagonê û ji Pûtîn ra got ku digel pirsgirêkên di Kongreya Diyalogê ya Neteweyî da derketin, encama kongreyê destkeftineke girîng e.
Serokomar Erdogan der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da bi Putîn ra agahî parve kirin û herdu lîder jî qala girîngiya ji hev fehmkirin û têkiliyên dualî kirin.