Dinya

Kremlîn: Navên kesên heyeta ku wê beşdarî mizakereyên Stenbolê bibin, heke Putîn hewce bibîne wê bên eşkerekirin

Emre Gürkan Abay  | 13.05.2025 - Rojanekırın : 14.05.2025
Kremlîn: Navên kesên heyeta ku wê beşdarî mizakereyên Stenbolê bibin, heke Putîn hewce bibîne wê bên eşkerekirin

Moskova

 Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov daxuyand ku navên kesên heyeta ku wê beşdarî mizakereyên ji bo Şerê Rûsya-Ukraynayê ya ku wê di 15ê Gulanê da li Stenbolê bên kirin bibin, heke Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hewce bibîne wê bên eşkerekirin.

Peskov li Moskovayê, der barê mizakereyên di navbera Rûsya-Ukraynayê da ya ku wê li Stenbolê bên lidarxistin da daxuyanî da rojnamevanan.

Li ser pirsa "Li Stenbolê wê kîjan nav di heyetê da Rûsyayê temsîl bikin" wiha got: "Dema ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn hewce bibîne, em ê eşkere bikin."

Dema ku ji Peskov hat pirsîn ku ew der barê pêşniyara Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy ya ku dibêje bila li Stenbolê bi Putîn ra hevdîtineke rûbirû çêbibe da ew çi difikirin jî wiha got: "Di vê xalê da pêdivî heye ku em ji daxuyaniyên Putin ên ku piştî 9ê Gulanê binêhêrin û dest pê bikin. Aliyê Rûsyayê ji bo mizakereyên tê payîn ku roja pêncşemê çêbibin amadekariyên xwe didomîne. Em niha plan nakin ku şîroveyeke din bikin."

- Putîn pêşniyaz kiribû ku mizakere bila di 15ê Gulanê da li Stenbolê bên domandin

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn ji çapemeniyê ra daxuyandibû ku li hemberî her tiştî dîsa jî ew pêşniyaz dikin ku mizakereyên ku ji hêla rayedarên Kîevê va di 2022yan da hatine rawestandin bila di 15ê Gulanê da li Stenbolê dest pê bikin.

Putîn daxuyandibû ku ew ê di axaftina xwe ya li ser telefonê ya bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da vê daxwazê bîne ziman ku ew ji bo vê derfetekê peyda bike û gotibû êdî biryar biryara rayedarên Ukraynayê ye.

Piştî axaftina di navbera Putîn û Erdogan da biryar hatibû dayîn ku mizakere li Stenbolê bên kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın