İbrahim Atmaca
28 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ji bo ku meaşên karmendan ku nêzî 3 salan e ji ber sedemên cuda kêm dihat dayîn, tam û di demê da were dayîn, xebat ber bi kutabûnê ne.
Barzanî piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, ji ber sedemên wekî hikûmeta navendî ya Iraqê di 2014an da budçeya wan birî, bihayê neftê pir kêm bû û bi DEAŞa rêxistina terorê ra şer derket, bi mecbûrî wan 3 salên dawîn meaşên karmendên HKIyê kêm û dereng da.
Barzanî got ku ji ber sedemên navborî karmendên HKIyê meaşê xwe kêm û dereng hilda û pêvajoyeke dijwar derbas bû. Barzanî diyar kir, ji bo bidawîbûna vê rewşê û ji bo ku meaş tam û di demê da werin dayîn wan di Lijneya Wezîran da gavên girîng avêtin û kutabûna xebatê nêzîk e.
- Xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li HKIyê
Barzanî li ser rexneya ku Silêmanî di serî da karmend li Hewlêr û Dihokê 4 roj in li dijî hikûmetê xwepêşandanan li dar dixin û di xwepêşandanê da midaxeleya tund a li dijî karmendan hat kirin, wiha got: "Ji bo pêşiyê li aliyên ku li welatê me û li bajarên me çalakiyên provokatîf dikin, bigrin em ê her cure tevdîrê hildin."
- Di navbera Hewlêr û Bexdayê da krîza budçe û meaş
Rêvebiriya Bexdayê li dijî biryara HKIyê ya ku di gulana 2014an da bêyî hikûmeta navendî ya Iraqê biryar da ku neftê îxrac bike, ji sedî 17 budçeya Hewlêrê ku li gor makezagonê mafê Hewlêrê ye û meaşên karmendan nedişand.
Krîzê di dema Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malîkî da dest pê kir. Piştî ku DEAŞa rêxistina terorê derket holê û Pêşmerge ji Kerkûkê vekişiya, qedexe danîn ser balafirgeqên HKIyê, pirsgirêk zêde bûbûn.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el Îbadî di 9ê adarê da diyar kiribû ku wê mehaneyên hin karmendên HKIyê bişînin.