28 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
MARDÎN
Ahmet Eşref Fakibabayê Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê got, "Wekî ewladekî vî erdî bi terorê bibîranîna Başûrê Rojhilatê qasî we min jî aciz dike. Ew rojan êdî derbas bûn. Êdî çaxê ku dibêjin Başûrê Rojhilatê çand, dîrok, bajarên tûrîzmê tên bîrê û ez ji ber vê kêfxweş dibim."
Wezîr Fakibaba bi Orhan Mîroglu û Ceyda Bolunmez Çankiriya parlementerên Mêrdînê ra Walî Mustafa Yaman ziyaret kir.
Fakibaba paşê bi parlementeran ra meşiya û derbasî serokatiya bajêr a partiyê bû û diyar kir ku wekî hikûmeta AK Partiyê hewl didin ku bextewariya gel zêde bibe.
Wezîr Fakibaba got ji bo ku gel seba pêşerojê hêvîdar be hewl didin û wiha pê da çû: "Wekî ewladekî vî erdî bi terorê bibîranîna Başûrê Rojhilatê qasî we min jî aciz dike. Ew rojan êdî derbas bûn. Êdî çaxê ku dibêjin Başûrê Rojhilatê çand, dîrok, bajarên tûrîzmê tên bîrê û ez ji ber vê kêfxweş dibim. Li Şanliurfayê, hem li Diyarbekirê hem jî li Mêrdînê rezervasyonên otêlan ji niha va tijî dibin. Ev pêşketineke mezin e. Herêm li ciyekî bi qîmet e."
- "Dibê em duhê bîra bikin û li sibê mêze bikin"
Fakibaba ku ew ê bi hev ra ji heqê lîstikan derkevin û wiha axivî:
"Vî welatî di 15ê Tîmehê da hewla derbeyê ya FETOya rêxistina terorê dît. Şikur ji Xwedê ra em ketin milên hev û ji heqê wê derketin. Heke pêşiya pêşketina Rojhilat û Başûrê Rojhilatê nehata birîn nika bi taybetî birayên me yên Kurd hemû birayên me yên ji Mêrdîn, Şanliurfa, Diyarbekir, Sêrt, Batmanê ew ê bibûna dewlemendên Tirkiyeyê. Bi tenê dahata ku ji tûrîzmê va em ê bigihîştina asteke din. Dibê em duhê bîra bikin û li sibê mêze bikin. "
- "Nêrîneke wisa tê avakirin"
Wezîr Fakibaba bal kişand ser li herêmê birîna ceyranê û got îdiaya ku dibêjin bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va ceyran tê birîn rast nîne.
Fakibaba diyar kir ku Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo çareserkirina pirsgirêkê ew wezîfedar kiriye û wiha pê da çû: "Ji min ra got 'Birêz Fakibaba tê herî Mêrdînê û li wê derê çi dibe çareser bikî'. Qaşo Birêz Serokmarê me gotiye ku bira ceyran were birîn. Nêrîneke wisa tê avakirin. Ya rastî herî baş ez dizanim girîngiya ku Birêz Serokomarê me dide Mêrdînê. Tiştekî wisa mimkun nîne."