Nihat Kavşut
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
SEUL
Hat ragihandin Koreya Bakur cardin dest bi ceribandina moşekan kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Sererkaniya Koreya Başûr da wiha agahî hat dayîn: "Koreya Bakur li gor saeta herêmî di 09.40an da ji Banghyona baregeha leşkerî ya li texma Pyongan Bakur moşek avêt."
Li gor agahiyan moşek qederê 930 kîlometre çû û peyra ket Behra Japonyayê.
Yoshîhîde Sugayê Berdevkê Hikûmeta Japonyayê daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir moşek qederê 40 deqîqeyan çû û peyra ket Behra Japonyayê.
Serokê Emrîkayê Donald Trump der barê mijarê da li ser medyaya civakî bertek nîşan da.