Önder Beyter
05 Mijdar 2018•Rojanekirin: 06 Mijdar 2018
ANKARA
Gruba ewil a konvoya bi hezaran mirovên ku ji welatên Amerîkaya Navîn direvin û ber bi Amerîkayê dimeşin, gihîşt Meksîkoya paytextê Meksîkayê.
Bi hezaran koçberên ku dixwazin ji ser Meksîkayê ra derbasî Amerîkayê bibin jê qedera 450 kes gihîştin paytext Meksîkoyê.
Gruba ewil a ku gihîşt bajêr, li yarîgeheke ku lê starên berwext hatine çêkirin, hatin bicihkirin.
Rêveberiya Meksîkoyê ragihand ku alîkariyên xida û avê yên seba koçberan amade ne.
Ciyê ku gruba ewil a koçberan guhîştinê, 805 kîlometre dûrî Texasê ye ku sînorê herî nêzîk ê Amerîkayê lê ye.
Konvoya ku ji sê gruban pêk tê û li ser guzergeha 500 kîlomêtre dirêj a di navbera bajarên Meksîkayê Chiapas, Oaxaca û Veracruzê da dimeşe, hêdî hêdî nêzîkî paytextê dibin.
- Ji Hondurasê dan ser rê
Rêwitiya konvoya ku ji zêdetir 7 hezar însanî pêk tê û ji ber zilm, tundî û xizaniyê ji welatên wekî Honduras, Guatemala û El Salvadorê direvin, çend hefte berê li Hondurasê dest pê kiribû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya hefteya borî da diyar kiribû ku ew ê nehêlin konvoy derbasî Amerîkayê bibe û ragihandibû ku ew ê 10-15 hezar eskerî li ser sînorê Meksîkayê bi cih bikin.
Trump diyar kiribû ku çi ferqa kevir û çekê tuneye û lewma jî heger koçber keviran bavêjin hêzên ewlekariyê, ew ê van keviran wekî çekê binirxînin û dibe ku ew bi guleyê bersivê bidin van keviran.
Trump herwiha gef li Honduras, Guatemala û El Salvadorê xwaribû ku ew ê alîkariyan bibirin.