ERBÎL
Civîn di axaftina Serokê Herêma Kurdistana Îraqê ya Federal Mesût Barzanî dest pê kir. Barzanî di konferansê de axivî û bal kişand rewşa Kurdan û têkiliyên ereb, kurd, tirk, fars û gelên din yên li der û dor. Barzanî wiha got: "Em ê bi birayên xwe yên ereb, tirk û faris re peyama jiyana hevpar bidin. Em naxwazin dijminiya tu dewletan bikin."
Barzanî anî ziman ku di salên 70yan de li ser van meseleyan nivîsandiye û fikiriye û îro ew xewna wî hatiye bi cih. Barzanî wiha devam kir: "Armanca me ya vê konferansê ev bû ku bila hemû kurd beşdarê vê organîzasyonê bibin. Hedefa me ev bû ku di bin îradeyeke hevpar de bênê li cem hev. Em ê bi vê stratejiyê tecrûbeya jiyaneke hevpar û aram bi dest bixin. Baweriya me ev e ku kurd, bi çavkaniyên xwe yên dewlemend û serwetên Kurdistanê li herêmê dikarin xizmetê pêşketina gel û dewletan bikin. Kurd dixwazin bibin wesîleya aramî û xurtkirina demokrasiyê. Ji bo vê pêdiwiya me bi demokrasiyê pir heye. Ji tecrubeya me derket holê ku kurd ji bo cîranên xwe ne tehdîd in. Berevajî vê Kurdistan ji bo hemû cîranên xwe bû navendeku bihuzûr, aborîyeke xurt û jiyaneke serbilind."
Barzanî anî ziman ku beriya konferansê bi Serokomarê Îraqê Celal Talabanî û Abdullah Ocalan re şêwirîne. Barzanî bi lêv kir ku Kurd di demên borî de mecbûr mane ku mafên xwe bi zora çekan bistînin, lê îro ev rewş guheriye û tu kes nikare têkoşîna biçek li ser kurdan ferz bike.
Barzanî ragihand ku îro îxtîmala qirqirina kurdan ji holê rabûye û ji bo vê jî divê hemû kurd stratejiyeke hevpar derxînin pêş û xwe bi vê biryarê ve girê bidin.
Bo Konferansa Kurdan ji Tirkiyê, Surîyê û Îranê ji 100î zêdetir partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî derbasî Erbîlê bûn.
Ji Tirkiyê Hevserokê Kongreya Civakî ya Demokratîk Ahmet Turk, Serokê Partiya Demokrasi û Aştiyê Selahattin Demîrtaş beşdarî civînê bûn.