04 Gulan 2016•Rojanekirin: 05 Gulan 2016
BRUKSEL
Endamên Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) bi mebesta gotûbêjkirina raporên serbestiya vîzeyê, ya ku welatiyên Tirkiyeyê jî di nav da ye, civiyan.
Li welatên Schengenê ji bo welatiyên tirk herî dereng heta meha hezîranê vîze bê rakirin, komîsyonê biryara pêşniyariyê da.
Di rapora komîsyonê de hat gotin ku ji bo serbestiya vîzeyê, ji 72 şertan Tirkiyeyê 67 şert bi cih anîye. Ji bo welatiyên tirk heta meha hezîranê vîze bê rakirin, komîsyonê biryara pêşniyariyê da.
Ji bilî vê biryarê di raporê de hat gotin ku Tirkiye divê pasaportên biyometrîk ên ku li ser wan şopa tiliyan heye, derxe. Divê Peymana Paşveqebûlkirinê bikeve rewacê, qanûnên der barê tekoşîna li hember terorê û sûcên organîze divê li gor mafên bingehîn û li gor YEyê bên verastkirin. Hat gotin ku ev şert ji bo vîzerakirinê mecbur in û divê bilez bikevin rewacê.
Ji bo pasaportên biyometrîk ên ku li ser wan şopa tiliyan heye komîsyonê heta dawiya salê dem da Tirkiyeyê. Hat gotin ku pasaportên biyometrîk ên ku li ser wan şopa tiliyan tune ve seyahata bêvîze ne mimkun e.
- Pêvajoya qebûlkirinê
Biryara pêşniyariyê ya komîsyonê piştî ku ji hêla Parlamentoya Ewropayê (PE) û Konseya YEyê pesend kir wê bikeve rewacê. Heke guherînek çêbibe û pişt re bê qebûlkirin, pişt re ew ê vê biryarê bişînin Konseya YEyê.
Li vir jî piştî ku endamên YEyê ray dan û serbestiya vîzeyê hat qebûlkirin, ev biryar wê di Rojnameya Fermî ya YEyê de bê weşandin û bikeve rewacê.
- Welatên ku endamên Schengenê ne
Heke vîze bên rakirin, welatiyên tirk wê dawiya meha hezîranê bikaribin bê vîze herin Almanya, Avusturya, Belçîka, Komara Çekê, Danîmarka, Estonya, Fînlandiya, Fransa, Hollanda, Îspanya, Swêd, Swîsre, Îtalya, Îzlanda, Letonya, Lîechtenstein, Lîtvanya, Luksemburg, Macarîstan, Malta, Norwec, Polonya, Portekîz, Slovakya, Slovenya û Yewnanîstanê.
Ji bilî van welatan, welatiyên tirk wê bikaribin bê vîze herin welatên bajar ên wek Monako, San Marîno û Vatikanê.
Welatiyên tirk ji bo gera turîzmê û ziyaretê li van welatan di nav 180 welatan herî zêde 90 roj bikaribin bimînin.
Ji bo Îngîltere û Îrlandayê ji ber ku endamên Schengenê nînin vîze wê bê xwestin.