Dinya

Komeke ji PKKya rêxistina terorê çekên xwe îmhe kir

Muhammet Kurşun, Bekir Aydoğan  | 11.07.2025 - Rojanekırın : 12.07.2025
Komeke ji PKKya rêxistina terorê çekên xwe îmhe kir

As Sulaymaniyah

 Komeke ji PKKya rêxistina terorê li Silêmaniyeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) çekên xwe îmhe kir.

Komeke PKKyî li ber şikefteke ku di nava sînorên Surdaşa nehiyeya Silêmaniyeyê da ye, kom bû, çekên xwe danî û hatin ciyê însan lê civiyabûn.

Li qadê serkirdeyên rêxistinê peyameke bi Kurdî û Tirkî xwendin.

Endamên PKKyê yên ku ji komeke 15 jê jin tevahî 30 kesan pêk dihat li vir çekên xwe di sitîleke mezin da şewitandin û îmhe kirin.

Di dema ku çek hatin îmhekirin da rayedarên Serokatiya Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT), rayedar û hêzên HKIyê, rayedarên Iraqî, heyeta ji DEM Partiyê, beşdarên ji saziyên civakî yên sivîl, beşdar û xebatkarên çapemeniyê amade bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın