İSTANBUL
Serokên welatên kendavê li Misrê piştî mudaxaleya artêşê diyar kirin ku dê 12 milyar dolar alîkariyê bidin. Li ser vê daxuyaniyê Serokê Yekîtiya Alimên Misilman yên Dinyayê Yûsûf el-Karadavî bangî wan serokan kir û got: "berê xwe bidin Xwedê, misilman bi pereyên we tên kuştin."
Axaftina Karadavî him di televizyonekê de, him jî di malpera wê ya înternetê de hat weşandin. Karadavî di vê axaftinê de Qralê Erebistana Siûdî Abdûllah bîn Abdûlazîz di serî de hemû serokên welatên ereban hişyar kir.
Karadavî di axaftina xwe de got: " Ey xizmetkarê Herema Şerîf, ey hakimê Mîrîtiya Ereban, ey Mîrê Kûweytê, ey Qralê Bahreynê hûn jî bi pereyên xwe bûn şirîkê vê zilmê. Pereyên ku lazim e hûn pê xizanan têr bikin, ji bo pêwîstiyên sêwîyan xerc bikin. Lê we ji bo kuştina Misilmanan xerc kir. Ev pereyên ku we da, tu xêrek jê negihişt gelê Misrê û bi wan pereyan Misilmanên bêsûc, bişeref û azad hatin kuştin. Ey zilamên dewletên alema Îslamê û Ereban li bal Misilmanên ku li qada Rabîatûl Adewiyyeyê û qadên din zirarê nadin tu kesî û tên kuştin, cih bigrin, xwe ji bo vê amade bikin."
Kardavî, ew kesên ku di bûyeran de hatine kuştin weke "şehîd" hesiband û destnîşan kir, ji bo her kesekî ku tê kuştin ji her bajarê Misrê zêdetir gel dadikeve qadan.
Kardavî bangî gelê Misrê jî kir û got: "Kesên ku ji Xwedê ditirsin, ditirsin ku tiştek bê serê birayên wan ên misliman, ew kesên ku ji welatê xwe hez dikin, her Misirîyî ku ava vî welatî vexwariye û li dijî zalim û kûjeran disekinin, bila bi malbatên xwe re werin qada Rabîatûl Adewiyyeyê."
Kardavî bangî Şêxê Ezherê yê ku piştgiriyê dide derbeyê jî kir. Kardavî diyar kir ku Şêxê Ezherê Ahmed et-Tayyîb hatiye xapandin û wî ji bo ku xwîna gelê Misrê nerije piştgirî daye. Lazim e ku ew ji vê biryara xwe ya xelet vegere.