Abdullah Tel
19 Adar 2021•Rojanekirin: 20 Adar 2021
Mihemed Elî es-Sabûniyê Sûriyeyî yê 81 salî li mala xwe ya li Yalovayê wefat kir.
Sabûnî bi berhemên xwe va di alema Îslamê da dihat nasîn û xwedî nav û deng bû. Xizmên Sabûnî xeber dan ekîbên tenduristiyê û dema ekîp çûn mala wî ya li navenda bajêr di encama kontrolê da gotin ku wî wefat kiriye.
Hat gotin ku wê malbata wî cinezayê Sabûnî li Stenbolê defin bike.
Sabûnî di sala 1930yî da li Heleba bajarê Sûriyeyê hatibû dinyayê, di sala 1952an da li Zanîngeha El Ezherê fakulteya eş-Şerîetê qedand û paşê di beşa darazê da perwerdehî temam kir û di sala 1954an da ji Ezherê mezûn bû.
Paşê dîplomeya el-Alimiyê hilda û hat welatê xwe Sûriyeyê û qasî heşt salan ders da û paşê koçî Erebistana Siûdî kir û li Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Mekke-î Mukerremeyê û Fakulteya eş-Şerîetê ders da û qasî 28 salan wî karê domand û gelek mamoste û aliman li ber destê wî perwerde dît.
Hin berhemên Sabûnî ev in:
"Safwetu’t-Tefasîr, Rawaîul Beyan fî Tefsîrî Ayatîl Ahkam Mîn el-Qur’an, Qabesun Mîn Nûrîl Qur’anil Kerîm (8 cild), Muxtasarî Îbnî Kesîr, Tahqîqî Tenwîrul Ezhan Mîn Tefsîrî Rûhûl Beyan, (4 Cild), Muxtasari Tefsîrî Taberî, Fethur-Rahman bî Keşfî ma Yeltebîsû’ Fîl-Qur’an, El Muqtataf Mîn Ûyunî-t-Tefsîr, Îcazul-Beyan fî Maqasidî Suwerîl Qur’an (cildek)"