2016 ж. 30 сәуір•Rojanekirin: 2016 ж. 30 сәуір
HELEB
Mixalifên li başûrê Heleba bajarê Sûriyeyê têkoşîna xwe ya dijî milîsên şiî yên ku di piştgiriya rejima Esed û piştgiriya ji hewayê ya Rûsyayê da êrîş dikin, didomînin.
Mixalif li başûrê Helebê têkoşîna xwe ya dijî bi hezaran milîsên şiî û leşkerên ku Îranê şandine bênavber didomînin, dirêjahiya eniyê xwe digihîne 70 kîlometreyî û rejima Sûriyeyê bi alayekî tê temsîlkirin.
Li eniyê leşkerên ûris tunin lê belê ji hewayê piştgiriyê didin milîsan. Li eniyên Hadir, Berne, Zîtan, Xan Tuman û Raşîdînê yên ku di destê milîsên şiî da ne di navbera milîsan û mixalifan da pevçûn derdikevin.
Pevçûnên piçûk her roj diqewimin hat ragihandin ku şiî û mixalif di amadehiyên operasyoneke mezin da ne.
- "Li Raşîdînê 850 milîs hene"
Serpel Qasim Îsmaîlê ji fermandarên Feylaku'ş Şama koma mixalif daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêma Raşîdînê 600 milîtanên Hizbillah û 250 milîtanên Hevgera Nuceba ya Iraqê bi tevahî 850 milîs hene.
Îsmaîl got ku li eniyê leşkerên rejimê qet tunin û teyareyên ûrisan her roj ji hewayê bombeyan dibarînin û wiha got: "Ev êrîşana dibin sedema mirina sivîlan û gel koç dike."