İbrahim Atmaca
12 Nîsan 2020•Rojanekirin: 12 Nîsan 2020
Li Îngiltereyê Serokwezîr Borîs Johnsonê ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tedawî dibû, ji nexweşxaneyê hat tabûrcîkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji nimreya 10an a ofîsa Serokwezîriyê hat dayîn, Johnson hat tabûrcîkirin û wê li Chequersa avahiya Serowezîriyê ku 65 kîlomêtre dûrî Londrayê ye, veleze ku heta qenc bû.
Serokwezîr li ser pêşniyaza doxtorên xwe wê demildest venegere ser wezîfeya xwe û hat gotin ku spasiya personelên Nexweşxaneya St. Thomasê kiriye.
Johnson ji ber agir û kuxukê di 27ê adarê da testa Kovîd-19ê kiribû û testa wî pozîtîf derketibû. Di 5ê nîsanê da rakiribûn nexweşxaneyê û paşê hildabûn beşa nexweşên giran.