Jinên iraqî yên tirkmen, ji hêzên ewlehiyê yên ku li eniyên başûrê Kerkûkê dijî DAEŞê şer dikin re nan çêkirin û birin eniya şer.
Seroka Yekîtiya Jinên Tirkmen Kadriye Ziyaiyê got: "Daxwaza me ew e ku li vir jî destaneke wek destana Çanakkaleyê bê nivîsîn."
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê yên li herêmê hilda, operasyonên ku hêzên pêşmerge û Komên Gel li başûrê Kerkûkê dijî DAEŞê da destpêkirin, berdewam dike. Hêzên ewlehiyê ji bo rizgarkirina herêmên di kontola DAEŞê de hewl didin. Li herêma Beşîrê şer dewam dike. Di vê navberê de jinên kerkûkî jî dest bi organîzasyonekê kir.
Jinên tirkmen ji bo leşkerên ku tevlî operasyona rizgarkirina Beşîrê bûn şîv hazir kirin û birin eniya şer. Ji Yekîtiya Jinên Tirkmen 300 jinî ji bo şervanan tiştên xarinê amade kir. Xwarinên ku jinan amade kir li eniyên nêzî Beşîrê, li şervanên ku dijî DAEŞê şer dikin hatin belav kirin.
Seroka yekîtiyê Ziyaiyê got ku ji bo şervanan dolmeyên Kerkûkê, şîvên cur bi cur û ava fêkiyan amade kirin û şandin eniya şer.