ŞANLIURFA
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş li Şanliurfayê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bû û wiha got: "Bêyî pêşdaraz û nefretê me li ser vê axê bîra hevduhemêzkirinê kiriye."
Li Taxa Paşabagê ya Rihayê bi boneya Cejna Newrozê serokatiya HDPyê bernameyeke pîrozbahiyê li dar xist. Welatiyên ku beşdarî çalakiyê bûn piştî kontrola polêsan derbasî qada pîrozbahiyê bûn.
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji ber ku nexweş bû di hundurê erebeya xwe ya meqamê de sekinî û hetanî ku dor hate axaftina wî di hundurê erebeyê de runişt.
Piştî ku navê wî hat anonskirin Demîrtaş derket ser platformê û got ku di her Newrozê de hêviya wan a ji bo siberojê xurttir dibe.
Demîrtaş destnîşan kir ku Newrozê bibe sedema hevduhemêzkirina wek birayan û wiha domand:
"Me gelekî bêriya wê rewşê kiriye ku em li pêşberî hevdu bê pêşdaraz bin û ji hevdu netirsin. Gelên ji hevdu cuda ereb, kurd, tirk, fars, êzdî, misilman, cihû hene. Bêyî pêşdaraz û nefretê me li ser vê axê bîra hevduhemêzkirinê kiriye. Înşelah ev Newroz dê bibe wesîleya vê. Têkoşîna azadiyê ya hemû gelan dê bi vê Newrozê ve xurttir bibe."
- Ji bo Tatlises hêviya başbûnê
Demîrtaş ji bo hunermend Îbrahîm Tatlisesê ku li DYAyê tê dermankirin jî got ku ew hêvî dike ku Tatlises di demekî nêz de ji bin kêrê derkeve û baş be.
Demîrtaş diyar kir ku ew hêviya rasteqîn a gelên bindest in û dê gav bi gav partiya xwe derxin îqtidarê.
Demîrtaş îdia kir ku AK Partî sozên xwe nayne cih û wiha berdewam kir:
"Zêdetirê nîvê xelkê Tirkiyeyê li pişt van sekinî. Gotin birçîbûna me, bêçaretiya me çareser bikin. Gotin kêşeya me ya tirk, kurd, ereb û ermeniyan çareser bikin. Ji wê rojê heya îro kîjan pirsgirêkên we hat çareserkirin? Kesên ku dibêjin qaşo kêşeya kurdan çareserkirin e. Lê paşê dest bi heqaretan dikin û dibêjin 'çiyê te kêm e'. Derdekî wan ê wiha tuneye. Niyet û hişmendiyeke wan a wiha tuneye."
- Hişyariya provokasyonan
Demîrtaş balkişand ku di serdema hilbijartinan de dibe ku li dijî nirxên milî û neteweyî û hesasiyetên cuda yên gel êrîş û provokasyon werin kirin.
Demîrtaş bi taybetî ciwan li dijî provokasyonan hişyar kir ku li dijî provokasyonan bila paşve gav bavêjin û wiha pê de çû:
"Dibe ku li dijî nirxên milî û neteweyî û hesasiyetên cuda yên gel êrîş û provokasyon werin kirin. Wê hewl bidin ku van kiryaran bavêjin ser HDPyê an jî dê bavêjin ser derdorên din ên muxalif. Di vê mijarê de divê herkes pir baldar bibin"