İbrahim Atmaca
08 Adar 2018•Rojanekirin: 11 Adar 2018
ÎDLIB/ÎSTANBUL
Li Sûriyeyê şerê navxweyî 7 sal in dewam dike û jin mexdûrên herî mezin ên şer in. Jinên ku ji girtîgehên rejima Beşşar Esed xelas bûn gotin ku destdirêjî jî tê da, her cure êşkence anîn serê wan, di girtîgehan da gelek sivîl hatin kuştin.
Daneyên Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) dide nîşan ku hêzên rejimê li navendên binçavkirinan herî kêm dest dirêjî 864 jin û herî kêm 432 keçên ku hê nebûne 18 salî kirine. Lê di rastiyê da tê zanîn ku hejmara jinên girtî û rastî destdirêjiyê hatine, ji van reqeman gelek zêdetir e. Sedema vê ji ber ku qeyd û benda piraniya binçavkirinan nayê girtin an jî jinên rastî destdirêjiyê hatine, mecbûr kirine ku nebêjin.
Jinên ku 7 sal in li Sûriyeyê di pêvajoya şer da bi dereqanûnî di girtîgehên rejima Beşşar Esed da girtî man, êşkence dîtin û rastî destdirêjiyê hatin, piştî hatin berdan û li herêmên biewlw cî bûn, serencama xwe ji AAyê ra gotin.
M.Fya ku ji Lazqiyeyê ye got ku wê li Helebê karîgeriya saloneke bedewbûnê dikir û piştî ku rejima Esed ji ber ku alîkariya însanî daye ew binçav kir û pişt ra 50 rojî êşkence dît, hestî û diranên wê di êşkenceyê da şikestin.
M.Fyê got ku ew ji girtîgeha Helebê derxistin û birin ya Şamê û ew li wê derê bû şahidê mirina ciwan û jinên ku êşkence didîtin. M.Fê wiha got, "Peyvên ku meriv pê qala kirinên ku rejimê anîn serê jinên girtî û gelê Sûriyeyê tunene. Hed û hesabê zilmê tunebû. Şebbîhayên bi navê Ebû Heyder, Ebû Ebdo û Ebû Yezen (milîsên rejimê) gelek kes bi êşkenceyê kuştin."
M.Fê diyar kir di girtîgehên rejimê da ji bilî êşkenceyên fîzîkî, wan timî êşkenceyên psîkolojîk jî didît û wiha dewam kir:
"Odeyên êşkenceyê li kêleka odeyên me bûn. Me didît ku bê ka merivan çawa êşkence dikin. Heta carekê jin û mêrek û xwişk û birayên jinikê bi hev ra ketibûn hebsê. Jinik li ber çavê mêrê wê û xwişk û birayên wê tazî kirin, birin odeyê û tecawiz kirin. Dest dirêjî keçeke 17 salî jî kirin. Ya ku rejimê kir, kesî nekir. Jinek ducanî bû, ew qas li jinikê dan ku zaroka wê ji ber çû. Timî ji me ra digotin ku wê me wek êsîrên şer bidin Îranê. Ji bo ku me bitirsînin bi şev saet 12an da merivekî meczûb anîn ber odeya me û tecawiz kirin."
Ji jinan Lona Agaya 32 salî jî got ku di sala 2013an da dergûşa wê ji destê wê hildan û ew binçav kirin.
Lonayê got, "Dema ku min birin navneda binçavkirinê, ji bo lêgerînê wan ez birim serşokê. Yekî taylanî dirêj hat û got 'hadê em ê lêgerînê bikin' û bi zorê kincên min ji min kirin. Min pir şerm kir, lê tiştek ji destê min nedihat. Min çi qas îtiraz bikira, li min dixist."
Lonayê got ku wan 10 rojan ser hev bi heman awayî pirs ji min dipirsî û paşê ew berdan, lê piştî du rojan mêrê wê jî hat binçavkirin. Lonayê got ku piştî binçavkirina ewil 3 meh şûnda Asayîşa Eskerî li wê digeriya û dema ku ji baregeha kontrolê derbas bû, cardin hat girtin.
Lonayê wiha dewam kir: "Asayîşa Eskerî xerabtir bû. Êşkenceya wê girantir bû. Bi ceyranê ew êşkence dikirin. Min ji Xwedê sebr û alîkarî xwest. Min got ku ez ji vê zêdetir nikarim li ber xwe bidim. Li wê derê merivên wek cesedan hebûn. Her cure êşkence li wan dikirin. Bi qabloyên ceyranê va li wan didan, paşê ceyran didan wan. Gelek jê li ber xwe nedan û mirin. Wek kêzikan miemele ji me ra dikirin. Kesên ku dimirin qet guh nedidan wan. Digotin 'hadê têxin nav betaniyê'."
.