Fatih Gazioğlu
06 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
ÎDLİB
Jinên Sûriyeyî yên ku di girtigehên rejîma Beşar Esed de man behsa îşkence û destdirêjiya ku bi serê wan hatiye kirin.
Li gor daneyên Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) di girtigeh û zîndanên aliyên şer de herî kêm 8 hezar û 633 jin girtî ne.
Ji wan jinan 7 hezar û 9 kes di girtîgehan de dimînin û hê nehatine mehkemekirin.
Li gor daneyên SNHRê di girtîgehên rejimê de herî kêm 864 jin û ji 18 salî biçûk 432 keç jî rastî destdirêjiyê hatine. Li gor daneyan bi tevahî 7 hezar û 699 bûyerên destdirêjiyê çêbûne.
Sayha El Barudayiya Hemayî ya ku xwediya 2 zarokan e got ku ew gava ku bi miêrê xwe re dixwest biçe Beyrûdê li ser rê hatine binçavkirin. Barudayiyê wiha axivî: "Ez birim girtûgeha Banonê, li wê derê hebûna Şîiyên Îranî bala min kişand. Gava ku ez dibirim koxişê behna cesed û mirinê dihat."
Meryema Hemayî ya ku 24 salî bû xwediya 4 zarokan bû behsa destdirêjiya bi serê wê û hevalên wê hatin kir. Meryemê got ku ew li nexweşxaneya Hemîdiyeyê dixebitî û wiha dewam kir:
"Li wir cihekî lêpirsinê hebû. Yek mezel bû. Şev ji saet 12.00an wê ve fermandar Silêman keçên herî delal digirtin û dianî mezela xwe. Li ofîsa wî du mezel hebûn. Mezeleya piştê mezeleya destdirêjiyê bû. Min digotê 'bona Xêra Xwedê wisa neke.' Wî digot 'Xwedê tune ye, pêxember jî izin hildaye.' Tiştên rezîl pirs dikir. Digot 'kîjan xweştir in em an eskerên Artêşa Azad?' Keçek di encama destdirêjiyê de ducanî ma. Gava ducanî jî rastî destdirêjiyê dihat. Hê 6 mehî bû zarokek anî dinyayê. Beriya çavên wê zaroka wê bi guleyan kuştin. Ew keç paşê dîn bû. Niha malbata wê, wê bi werîsan ve girê didin. Hevaleke me ya din hebû. Xwendekara tibê bû, diçû pola sêyemîn. Ew jî tecawîz kirin. Ji herêmê ciwanek hebû navê wî Ehmed bû, li ser me her roj digirî. Her roj îşkence li me dihat kirin. Êvaran jî destdirêjî... Kesekî em nedibîhistin. Me çi kir? Me arîkariya birîndaran dikir. Me ji malbatên mexdûr ra xurek dişand."