Nihat Kavşut
06 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Li seranserê sînorên welatê me dixwazin korîdora terorê ava bikin. Ji ber ku bi rejimê ra jî bi piranî li hev kirine armanceke tekane heye ku ew jî Tirkiye ye. Berê hemû dafik û çekên ku li herêmên Efrînê hatin qefaltin ber bi welatê me va zivirandî ne."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Meclisê ya Koma AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da balê kişand ser penaberên ku behrê da dixeniqin û wiha got: "Yekîneyên ewlehiya peravan yên dewletên Ewropayê bot û kelekên penaberan qul dikin û wan li behrê ji bona mirinê diterikînin, lê em bêyî şert dixwazin canê însanên mesûm xilas bikin."
Erdogan der barê rewşa li Xûtaya Rojhilat û biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî da wiha peyivî: "Ciyê geşedanên ku li Xûtaya Rojhilat diqewimin di mirovahiyê da heye? Li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî biryar hildidin, agir bi biryara we bikeve. Biryara ku nekeve rewacê çi feydeyê dide mirovahiyê. Hûn mirovahiyê dixapînin. Em belasebeb nabêjin 'dinya ji pêncan mezintir e', lewra mane û wateya wê ev e."
Serokomar Erdogan destnîşan kir li seranserê sînorên welatê me dixwazin korîdora terorê ava bikin. Ji ber ku bi rejimê ra jî bi piranî li hev kirine armanceke tekane heye ku ew jî Tirkiye ye. Berê hemû dafik û çekên ku li herêmên Efrînê hatin qefaltin ber bi welatê me va zivirandî ne."
Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir îtifaqa ku bi MHPê ra çêkirine li Meclisê bi biryardarî dewam dike û BBPê jî îlan kir ku piştgiriyê dide 'îtifaqa cumhur' û wiha dewam kir: "Partiyên ku em dixwazin di bin vî banî da cî bigirin heger rêyeke din bidin ber xwe û hin hevalên din ji xwe ra peyda bikin, bila ji wan ra 'oxir be.' Em bi partiyên ku di navbera me da xalên hevbeş hene ra îtifaqê çêdikin."