Abdullah Tel
29 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
AGIRÎ
Li Tirkiyeyê herî zêde jinên ku bi xwendin û nivîsandinê nizanin li Agiriyê ne û ji ber vê yekê jî li bajêr di çarçoveya seferberiya xwendin û nivîsandinê da qurs tên vekirin. Herî zêde jî jin eleqeyê nîşanî qursan didin û xwe qeyd dikin.
Bi pêşîkêşiya Walîtiya Agiriyê û hevkariya midûriyetên Perwerdehiya Gel û Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr va qurs hatin vekirin.
Li çar aliyê welêt di nav deverên ku rêjeya xwendin û nivîsandinê lê herî kêm e yek jî Agirî ye û herî zêde jî li bajêr jin eleqeyê nîşanî qursan didin.
Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr Yakup Turanê ku tevlî rayedarên Midûriyeta Perwerdehiya Gel, qursên li navendê hatine vekirin, kontrol dikir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku qurs zêde balê dikşînin û beşdarvan gelek in.
- Ji 6 hezar û 876 beşdarvanan 6 hezar û 570 kes keç û jin in"
Turan diyar kir ku beriya vekirina qursan di bin serokatiya Waliyê Agiriyê Suleyman Elban da ji bo seferberiya xwendin û nivîsandinê civîna komîsyonê kirin û li ser wan biryaran li navend, navçe û gundan qurs hatin vekirin û wiha pê da çû: "670 qurs hatin vekirin. Niha 6 hezar û 876 beşdarvan hene û ji wan jî 6 hezar û 570 kes keç û jin in. Di nav beşdarvanan da ciwan jî kal û pîr jî hene."
Sultan Koç a 68 salî ya ku beşdarî qursê bû jî destnîşan kir ku ew ji ber ku niha hînî xwendin û nivîsandinê bû gelek kêfxweş e û wiha dewam kir: "Xwedê ji Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan û keda kê di vê xebatê da hebe ji wan razî be. Ez ji bo meala Qur'anê bixwînim hatim qursê. Ez li qursê gelek hînî tiştên nû bûm."
Mîhrap Teymura 64 salî jî got ku wê 11 zarok da xwendin û wiha domand: "Lê ez bi xwendin û nivîsandinê nizanim. Ji vî emrê bi şûn va ez hîn bûm û tevlî hemû nexweşiyên xwe ez dikarim êdî tiştekî bixwînim."
- Dayika xwe hînî xwendinê dike
Jiyan Guler a diçe pola 8emîn piştî ku ji dibistanê derdikeve tê qursa Aysel Gurel a dayika wê lê xwendinê hîn dibe û li cem rûdinê.
Guler ji bo ku dayika wê hînî xwendin û nivîsandinê bibe hewl dide û alî dayika xwe dike.