Haydar Şahin
29 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
PEKÎN
Çînê hişyarî da û got heke di navbera Amerîkayê û Çînê da şerê bazirganiyê derkeve ji bo parastina berjewendiyên neteweyî ew ê hetanî dawiyê dewam bikin.
Gao Fingê Berdevkê Wezareta Bazirganiyê di civîna çapemeniyê ya li Pekîna paytextê Çînê da diyar kir ku Amerîkayê baca gumrikê ya 60 milyar dolarî digre bide ser Çînê, li dijî vê derdikevin û bangî rêveberiya Washingtonê kir ku bira dev ji parêzkariya bazirganî û yekalîtiyê berde.
Gao got wekî mayîn ji bo parastina berjewendiyên neteweyî ew ê hetanî dawiyê dewam bikin û wiha axivî: "Hêviya me ew e ku Amerîka beriya were ber devê kendêl hevsarê hespê xwe bikişîne."
Gao bal kişand ku "rê û rêzikên şaş" ên Amerîkayê dişibin vekirina qutiya Pandorayê, tevdîrên Amerîkayê ew ê li pey hev bertekê bibînin û bibin sedema li dinyayê belavbûna vîrusa "parêzkariya bazirganî".
Berdevk Gao ji bo tevdîrên ku Washingtonê li dijî Çînê hilda got "zêhniyeta şerê sar û lîstika ku kesek tê da qezenc nake", heke herdu alî werin ba hev û di şert û mercên wekhev da mizkereyan bikin wê çaxê rêyeke ku herdu alî jî jê qezenc dikin were dîtin. Gao got ku ew ê mizkereyên ku bi tenê aliyek bi zordarî didomîne qebûl nekin.
Wezareta Xezîneya Amerîkayê û Nûnertiya Bazirganiyê di tebaxê da li ser daxwaza Qesra Sipî di çarçoveya beşa bi nimareya 301î ya Qanûna Bazirganiyê ya 1974an lêpirsîn dabû destpêkirin, di encama lêpirsînê da biryar dabû ku Çîn ji bo bigihêje teknolojiya li Amerîkayê tê çêkirin rêyên nebaş bi kar tîne. Donald Trumpê Serokê Amerîkayê jî giştînameya ku dibêje 60 milyar dolar baca gumrikê ya zêde li Çînê bibirin û astenga kêmkirina veberhênanê bidin pêşiya Çînê îmze kiribû.
Di giştînameyê da tê gotin ku ji sedî 25 baca gumrikê ya zêde bidin ser hin malên ku ji Çînê tên.
Çîn jî pîlan dike ku ji sedî 15an hetanî ji sedî 25an bacê bide ser 128 amûrên ku 3 milyar dolarî digrin ên ji Amerîkayê tên îtxalkirin.