Önder Beyter
31 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew dikare ligel Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî rûnê û ji bo hevdîtineke bi vî rengî jî tu şertekî wî yê pêşîn jî tuneye û wiha got, "Heger Îran bixwaze teqez em ê hevdîtinê bikin."
Trump, Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte ku ji bo seredana fermî li Washingtonê bû, li Qesra Spî ezimand û herwiha piştî vê hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevbeş hat lidarxistin.
Trump di civîna çapemeniyê da behsa mijara Îranê jî kir û herwisa got ku ew dikare ligel Hesen Rûhanî were cem hev û wiha got, "Heger Îran bixwaze teqez em ê hevdîtinê bikin."
Trump bal kişand ku ew dikare ligel her kesî rûnê û wiha dewam kir, "Tu pirsgirêk tuneye ku mirov bi însanên din ra xeberde. Bi taybetî jî di rewşeke wiha da ku tu yê bi van mirovan ra cengê bikî û însan dê bimirin, divê mirov hevdîtinê bike. Di vê da pirsgirêk tuneye. Ez bi lîderê Koreya Bakur ra jî rûniştim."
Donald Trump herwiha bal kişand ji bo hevdîtina wî ya ligel Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî tu şertekî wî yê pêşîn jî tuneye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku ew ji peymana nukleerê ku wekî Plana Berfireh a Çalakiya Hevbeş tê binavkirin û di 14ê Tîrmeha 2015an da li Wiyanaya paytextê Awistiryayê di navbera Îran û P5+1 (Amerîka, Çîn, Rûsya, Îngiltere, Fransa û Almanya) hatibû îmzekirin û di 16ê Rêbendana 2016an da ketibû rewacê, vekişiyan û ew ê astengiyên dijî Îranê cardin bixin dewrê. Rêveberiya Trump zextê li mitefiqê xwe dike ku heya mijdarê kirîna petrola Îranê berjêrî sifirê bikin.