Elif Orhan
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
ANKARA
Wezareta Karên Derve bertek nîşanê biryara Amerîkayê ya mueyîdeya ser wezîrên Tirk da û got ku "Em biryara mueyîdeyê ya ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê der barê welatê me de eşkere kir bi tundî şermezar dikin."
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji wezaretê hat dayîn de dan zanîn ku biryara mueyîdeyê ya der barê Tirkiyeyê de ya ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê eşkere kir bi tundî hat protestokirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin "Biryara navborî ya ku birêz her du wezîrên me hedef digire ne li gor cidiyeta dewletê ye ne jî bi têgehên hiqûq û edaletê dikare bê îzahkirin" û wiha hat gotin:
"Ev biryara ku wekî midaxaleya bêrêz a ser pergala hiqûqa me ya dijî têkiliyên me yên bi Amerîkayê re ne û tu guman tune ku dê zirarekî mezin bide hewldanên erênî yên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du welatan de tê kirin. Em bangî birêvebiriya Amerîkayê dikin ku ji vê biryara şaş paş de vegere. Bersiva helwesta êrîşkar a navborî ya ku dê xizmetê tu armancê neke bi lez dê heman awayî bê dayîn (ji bo Amerîkayê)."
- Ji Qesra Spî daxuyaniya mueyîdeyê ya ku midaxaleyî daraza Tirkiyeyê dike
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê serbest neberdana Keşîşê Amerîkayê Andrew Brunsonê ku li Tirkiyeyê tê darizandin hincet nîşan dabû û eşkere kiribû ku dê Amerîka ji bo Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu mueyîdeyê bîne.
Sandersê gotibû ku "Bi telîmata Serok Wezareta Darayiyê ji bo Wezîrê Karên Navxweyî û Edaletê yên Tirkiyeyê yên ku di girtin û hepiskirina Keşîş Brunson de rola wan çêbû mueyîdeyê tîne."
Sandersê gotibû ku mal û milkên mixtemel ên her du wezîrên navborî yên li Amerîkayê jî dê bên blokekirin.
Wezareta Edaletê ya Amerîkayê jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de dabû zanîn ku Gul û Soylu "Ji ber ku saziyên ku di girtina Brunson de rol dilîzîn bi rê ve dibin" ew hildan lîsteya mueyîdeyê.
Li gor qanûnên Amerîkayê mal û milkên muxtemel ên li Amerîkayê yên ku dixin nav lîsteya mueyîdeyê tên rawestandin û tê qedexekirin ku bi Amerîkayiyan re jî têkiliyên bazirganî deynin.
- Ji îdianameya der heqê Brunson de
Di îdianameya ku Dozgerê Komarê yê Îzmirê Berkant Karakaya der heqê Keşîşê Amerîkayî Brunsonê ku bi îdiaya li ser navê FETO û PKKyên rêxistinê terorê sûc kiriye di 9ê kanûna pêşîn a 2016an de hatibû girtin amade kir de hatibû diyarkirin ku di bin dilqê keşetiyê li ser navê rêxistinên terorê yên navborî sûc kiriye û di çarçoveya stratejiyên wan ên giştî de di nav yekîtiya çalakiyê de ye, armancên rêxistinê dizane û bi zanebûn hevkarî kiriye.
Brunson nasnava wan zaniye û bi mensûbên payebilind ên FETOyê re axiviye, di vê çarçoveyê de bi îmamê herêma Egeyê yê qaşo yê rêxistinê yê firarî Bekîr Baz û arîkarê wî Murat Safa û Serokê Şûbeya Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê Taner Kiliçê bersûcê ku ji ber doza "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" girtî ye re hevdîtin kirine û stratejî diyar kiriye.
Di îdianameyê de cî dan peyamên ku Brunson eskerekî Amerîkayî re şandiye û dibêje ku ji ber neserkeftina teşebûsa derbeyê ya di 15ê temûza 2016an de xemgîn e û peyama "Em li benda hin bûyerên ku Tirkan bilerizîne bûn. Ji bo vegera Îsa şertên hewce çêbûn. Teşebûsa derbeyê şokek bû. Gelek Tirkan wekî di rabirdûyê de ji eskeriyê pêbawer bû lê vê carê gelekî dereng bû. Piştî teşebûsa derbeyê ev rahejandineke din e. Bawer im dê bûyer xiraptir bibin. Di dawiyê de em ê bi ser bikevin." li ser dosyeyê hatibû zêdekirin.
Di lêkolîna teknîkî de jî 293 caran sinyala GSMyê ya li cihên gelek nêz a bi Bekîr Bazê bersûcê firarî yê îmamê herêma Egeyê yê qaşo yê FETOyê yê Brunson îdia dike ku pê re hevdîtin nekiriye hatibû tespîtkirin.