Haydar Şahin
24 Îlon 2019•Rojanekirin: 24 Îlon 2019
Hesen Ruhaniyê Serokomarê Îranê got daxwaziya wan ew e ku li New Yorkê peyama aştiyê ya ji bo bidawîkirina hemû midaxeleyên li ser Rojhilata Navîn û Kendava Besrayê bigihînin raya giştî ya dinyayê.
Ruhaniyê ji bo beşdarî hevdîtinên Lijneya Giştî ya YEyê bibe li New Yorkê ye der barê temasên xwe da daxuyanî da medyaya dewletê ya Îranê û rewş nirxand.
Hesen Ruhanî diyar kir ku ew ê li New Yorkê di çarçoveya temasên 4 rojan dewam bikin da bi gelek serokan ra hevdîtinên girîng bike û wiha pê da çû: "Herêma me ji şert û mercên hesas ra derbas dibe. Hêviya me ew e ku peyama aştiyê ya ji bo bidawîkirina hemû midaxeleyên li ser Rojhilata Navîn û Kendava Besrayê bigihînin raya giştî ya dinyayê."
Ruhanî got ku em ji hemû aliyan dixwazin ku bira li ser soza xwe bisekinin û gorî qanûnan hereket bikin.