Abdullah Tel
24 Îlon 2019•Rojanekirin: 24 Îlon 2019
Li Libyayê hêzên girêdayî Hikûmeta Lihevkirina Neteweyî (HLN) ya ku civaka navneteweyî jî wan qebûl dike, herêma "Bî'r Alaq" a ser Trablusê hilda bin kontrola xwe.
Rayedarên Operasyona Burqan el-Xadab a HLN birêva dibe daxuyaniyek hat weşandin û hat gotin ku yekîneyên HLNê bi hêzên girêdayî Xelîfe Hefter ra şer kirin û di encamê da jî herêma "Bî'r Alaq" a ku li başûrê Trablusê dikeve, hildan.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku şer bi hin fermandarên bûne sedema kuştina kesan ra hat kirin lê der barê rewşa wan da tu agahî nehat dayî.
Hêzên Hefter xwestin ku ber bi herêma El Ezîziyeyê başûrê Trablusê dikeve va biçin û li ser vê jî li herêma "Bî'r Alaq"ê şerekî giran qewimî.
General Xelîfe Hefter ji bo paytext Trablusê bi dest bixe di 4ê Nîsanê da fermana êrîşê dabû û li ser vê jî yekîneyên HLN ya di qada navneteweyî da xwedî meşrûiyetê ne li hember wan dest bi operasyonê kiribûn.