İbrahim Atmaca
24 Îlon 2019•Rojanekirin: 25 Îlon 2019
Fransa, Almanya û Îngiltereyê daxuyaniyeke hevpar a nivîskî da û êrîşa dijî tesîsên neftê ya Erebistana Siûdî avêtin stûyê Îranê.
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson ji bo ku beşdarî mizakereyên Lijneya Giştî ya 74emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibin, li New Yorkê ne û her sê pêşengan daxuyaniyeke hevpar weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin, "Em êrîşên ku di 14ê îlona 2019an da li dijî tesîsên neftê yên Erebistana Siûdî hatin kirin bi awayekî tund şermezar dikin" û peyama piştevaniya Erebistana Siûdî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Diyar e ku berpirsê vê êrîşê Îran e. Wekî din tu gotineke maqûl tuneye. Ji bo ku hûrgiliyên zêdetir werin bidestxistin em piştgirê lêpirsîna tê kirinê ne."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku hersê welat girêdayî peymana nukleerê ya ku bi Îranê ra hatiye kirinê ne û Îran hat dewetkirin ku vegere şertên peymanê.