Dinya

Ji rejima Esed îdiaya Îsraîlê li Şamê êrîşa asîmanî kir

Rejima Beşar Esed îdia kir ku Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser başûrê Şama paytextê Sûriyeyê.

Elif Irmak  | 25.11.2020 - Rojanekırın : 26.11.2020
Ji rejima Esed îdiaya Îsraîlê li Şamê êrîşa asîmanî kir

Ankara

Rejima Beşar Esed îdia kir ku Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser başûrê Şama paytextê Sûriyeyê.

SANAya ajansa rejima Esed di xebera xwe ya ku sipart çavkaniyên eskerî da îdia kir ku Îsraîlê ji ser Girên Golanê ku dagirkirî ne bi saeta herêmî di saet 23.50yan da êrîşa asîmanî bir ser başûrê Şamê.

Di xeberê da hat diyarkirin ku di êrîşa hat îdiakirin ku birin ser Çiyayê Maniyê yê li başûrê Şamê da xisara madî çêbû.

Tê zanîn ku li paytext Şam û herêmên çolwarê wê da digel artêşa rejimê komên terorîst ên bin emrê Mihafizên Şoreşa Îranê û bi taybetî hêmanên Hîzbullaha Lubnanê hene.

Îsraîlê hê der barê mijarê da daxuyanî neda.

Artêşa Îsraîlê di 18ê sermawezê da ragihandibû ku li Sûriyeyê êrîşa asîmanî bir ser hedefên eskerî yên Hêza Qudsê ya li ser Artêşa Mihafizên Îranê û rejima Esed.

Îsraîl ji sala 2011an destpêka şerê navxweyî bû vir va li Sûriyeyê car carna êrîş dibe ser komên Îran piştgiriyê didê û cihên eskerî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın