Nûnera Taybet a NYyê Plasschaert: "Li Iraqê rewşa aboriyê nebaş e"
Nûnera Taybet ya Iraqê ya Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Jeanîne Hennis Plasschaertê daxuyand rewşa aboriyê li Iraqê nebaş e.
At Ta mim
Nûnera Taybet ya Iraqê ya Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Jeanîne Hennis Plasschaertê daxuyand rewşa aboriyê li Iraqê nebaş e.
Plasschaert li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da axivî û wiha got: "Di aboriya Iraqê da piştî ku ji sedî 10 kêmbûn çêbû, rewş niha nebaş e."
Plasschaertê anî ziman ew bendê ne ku li Iraqê reformek bê kirin ku aborî baş bibe, ji bo vê jî di navbera hikûmet, parlamento û aliyên siyasî da divê peymanek bê kirin.
Plasscheartê got li Iraqê lihevnekirina di navbera aliyên siyasî da, pirsgirêkên ewlehiyê, kêmasiya qada tenduristiyê da nahêlin hikûmet wezîfeya xwe bike.
Li Iraqa ku pirsgirêkên aboriyê lê heye di 12ê mijdarê da ji bo mehaneya karmendan yên du meh e nayên dayîn qanûneke deyndariyê pêşkeşî Meclisê hatibû kirin.
Qanûna Deyndariyê û Kêmasiya Darayiyê ji hêla parlamenterên Kurd ên li Meclisê hatibû boykotkirin, lê ew bi rayên parlamenterên Şiî û Sunî va hatibû qebûlkirin.