09 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
WASHINGTON
Berdevkê Qesra Spî Sean Spîcer di civîna çapemeniyê ya rojane ya li Qesra Spî de li ser mijarên wek belgeyên Wîkîleaksê, keştiya Amerîkayê ya ku botên Îranê destûr nedayê, rewşa dawîn a Guantanamoyê axivî.
Spîcer der barê keştiya kifşê ya Amerîkayê "USS Invîncîble" ya ku keştiyên Îranê li Tengava Hurmuzê destûr nedabûyê de rêvebiriya Tehranê hedef nîşan da û got ku Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) jî wê tevdîran bibînin.
Berdevk Spîcer wiha got: "Haya Serok (Donald Trump) jê heye. Ev bi eşkere çalakiyeke provaktîf e û nabe bê qebûlkirin. Pentagon jî ji bo ku li gor vê gavan biavêje, geşedanan dişopîne."
Berdevkê Pentagonê Jeff Davîs jî der barê keştiyê de gotibû ku botên Îranê 550 mêtro nêzîkî keştiya DYAyê bûne, ji bo ku nekeve talukeyê keştiyê jî rêya xwe guheriye.