Türkan Tosun
03 Sibat 2021•Rojanekirin: 03 Sibat 2021
Şêwîrmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Jake Sullîvan û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li ser telefonê axivîn û wiha hat gotin: "Rêvebiriya Bîden dixwaze têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê bi awayekî erênî bên danîn, hevkarî berfirehtir bibe û nelihevkirin bi awayekî baş bi rêva bên birin."
Berdevka Konseya Neteweyî ya Qesra Spî Emîly Horne der barê axaftina Sullîvan û Kalin ya li ser telefonê da daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Sullîvan Beg destnîşan kir ku rêvebiriya Bîden dixwaze têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê bi awayekî erênî bên danîn, hevkarî berfirehtir bibe û nelihevkirin bi awayekî baş bi rêva bên birin."
Hat gotin Tirkiye ji Rûsyayê S-400an dikire ku Sullîvan behsa vê jî kir û got ew bi fikar in.
Daxuyaniyê wiha dewam kir "Sullîvan Beg anî ziman ew kêfxweş in ku hevdîtinên îstîkşafî yên di navbera Tirkiye û Yewnanistanê dîsa dest pê kirine. Sullîvan destnîşan kir ku rêvebiriya Bîden piştgiriyê dide serdestiya hiqûqê û saziyên demokratîk û binê vê yekê xêz kir. Herduyan xwestin di mijarên Kovîd-19, guherîna avûhewayê û yên herêmî da ji nêz va hevkarî bê kirin û bi hev ra bê xebitîn."