Türkan Tosun
02 Sibat 2021•Rojanekirin: 03 Sibat 2021
Li tevahiya dinyayê hejmara waqieyên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ji 104 milyonî derbas bû.
Li gor "Worldometers"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike hejmara kesên bi vîrusê ketin derkete 104 milyon û 8 hezar û 98an.
Li Amerîkayê 26 milyon û 911 hezar û 375 pêketî hatin tesbîtkirin ku di nav welatan da Amerîka di rêza ewil da ye.
Piştî Amerîkayê hejmara pêketiyan a welatan jî wiha hat nivîsandin:
10 milyon û 767 hezar û 206 kes li Hindistanê, 9 milyon û 230 hezar û 16 kes li Brezîlyayê, 3 milyon û 884 hezar û 730 kes li Rûsyayê, 3 milyon û 835 hezar û 783 kes li Îngiltereyê, 3 milyon û 201 hezar û 461 kes li Fransayê, 2 milyon û 852 hezar û 729 kes li Îspanyayê, 2 milyon û 560 hezar û 957 kes li Îtalyayê, 2 milyon û 485 hezar û 182 kes li Tirkiyeyê, 2 milyon û 232 hezar û 316 kes li Almanyayê, 2 milyon û 104 hezar û 506 kes li Kolombiyayê, milyonek û 933 hezar û 853 kes li Arjantînê, milyonek û 869 hezar û 708 li Meksîkayê, milyonek û 520 hezar û 215 kes li Polonyayê, milyonek û 456 hezar û 309 kes li Afrîkaya Başûr, milyonek û 431 hezar û 416 kes li Îranê, milyonek û 233 hezar û 879 kes li Ukraynayê, milyonek û 142 hezar û 716 kes li Peruyê û milyonek û 99 hezar û 687 kes li Endonezyayayê bi vîrûsê ketin.
Li tevahiya dinyayê ji ber vîrusê heta niha 2 milyon û 249 hezar û 841 kes mirin. 75 milyon û 853 hezar û 924 kes jî ji vîrusê filitîn û gihîştin siheta xwe. Hê 25 milyon û 899 hezar û 357 nexweş ji ber vîrusê tedawî dibin.