Kasım İleri
03 Gulan 2023•Rojanekirin: 03 Gulan 2023
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Mîrlîwa Patrîck Ryder ji bo pirsa der barê operasyona Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) ya dijî Ebu Huseyîn El Huseynî El Qureyşiyê qaşo serkirdeyê DEAŞê da got ku em têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî DEAŞê teqdîr dikin.
Patrîck Ryder di cîvîna çapemeniyê ya rojane da ji bo pirsa ku MÎTê li bakurê Sûriyeyê El Qureyşiyê serkirdeyê DEAŞê kuştiye da wiha got, "Em nikarin niha van xeberan piştrast bikin. Heger rast be, em ê kêfxweş bibin. Em bi gelemberî têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî DEAŞê teqdîr dikin. Hûn dizanin li herêmên li ser sînorê Sûriyeyê hêzên Tirkiyeyê berê jî dijî DEAŞê têkoşîn daye. Ji bo DEAŞ bi temamî bê têkbirin dîsa hewcedarî bi alîkariya civaka navneteweyî heye û gelek tiştên ku divê bên kirin hene."
Ryder ji bo pirsa di navbera hêzên çekdar yên herdu dewletan da di vî warî da pêwendî hene yan na, Fermandariya Hêzên Ewropayê ya Amerîkayê nîşan da û nexwest pirsê bibersivîne.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 30yê Nîsanê da destnîşan kiribû ku El Qureyşî berteref kirine.
Ebû Huseyîn El Huseynî El Qureyşî piştî ku Ebû Hasan El Qureyşiyê serkirdeyê berê yê DEAŞê hatibû kuştin, di 30yê Mijdara 2022yan da qaşo weke xelîfeyê nû hatibû îlankirin.