Enes Canlı
03 Gulan 2023•Rojanekirin: 03 Gulan 2023
Hat ragihandin li Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî ya artêşa Îsraîlê li dijî wê êrîş da destpêkirin, di navbera aliyan da agirbest pêk hat û serê sibehê li herêmê bêdengî çêbû.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat destnîşankirin, di çarçoveya nirxandina rewşê û fermanên qedemeya komûtayê da ew li herêmê "vegeriyan rûtîna tam".
Hat destnîşankirin, serê sibehê êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê û her wiha ji Xezeyê ber bi Îsraîlê agirkirina roketan rawestiyan.
Komên Filistînî jî eşkere kirin, piştî navçîtiya gelek aliyan, di navbera Îsraîlê û komên Filistînî da ji saet 03.30yî pê va agirbestê dest pê kir.
Hatibû eşkerekirin, Sekreterê Giştî yê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye nîvê şevê ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê digel Misir, Qeter û Neteweyên Yekbûyî axivî.