19 Hezîran 2016•Rojanekirin: 20 Hezîran 2016
NEYNEWA
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê daxuyand, 600 malbatên koçber ên ku di destê DAEŞê da bûn, ji Mûsilê revîn û wan ew pêşwazî kirin.
Nûnerê Hewlêrê yê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Muhammed Huseynî daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Wezareta me 600 malbatên koçber ên navxweyî yên ku ji başûrê Mûsilê revîn, pêşwazî kirin û ew li navçeya Mexmûrê li Kampa Dîbegeyê bi cih kirin. Ji bo pêdiviyên malbatan werin bicihanîn, ji bajarê Hewlêrê bi hezaran pakêtên xidayê, hatin şandin."
Hatibû ragihandin ku artêşa Iraqê ji bo ku nahiyeya Geyyara ku dikeve başûrê Mûsilê ji DAEŞê bistîne, Wezîrê Bergiriyê Xalid Ubeydî operasyon dabû destpêkirin.
Şewirmendê Çapemeniyê yê Wezareta Parastinê Muhammed Eskerî, duh daxuyanî dabû û gotibû ku meqseda operasyonê ew ku nahiyeya Geyyarayê paşve bistîne, lewra ev nahiye cihekî stratejîk e û balafirgeh lê heye.
Mûsil ji 10ê hezîrana 2014an vir va di destê DAEŞa rêxistina terorê da ye. Ji bo paşvestandina bajêr Wezareta Bergiriyê ya Iraqê daxuyandibû ku di 24ê adarê da ji herêma başûr va operasyonê dest pê kiriye.