Dinya

Ji mixalifên Sûriyeyê dijî rejima Esed operasyon

Mixalifên eskerî yên Sûriyeyî ji bo ku herêmên di nav sînorên "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" ya ku rejima Esed van hefteyên dawîn bi dest xistin paşva bistîne operasyon da destpêkirin

22.05.2019 - Rojanekırın : 23.05.2019
Ji mixalifên Sûriyeyê dijî rejima Esed operasyon

İdlib

Mixalifên eskerî yên Sûriyeyî û komên çekdar ên dijberê rejimê ji bo ku herêmên di nav sînorên "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" ya ku rejima Beşar Esed van hefteyên dawîn bi dest xistin paşva bistîne operasyon da destpêkirin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên mixalif ên eskerî hat bidestxistin mixalifên eskerî û komên çekdar ên dijberê rejimê yên li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" duh êvarê li bakurê rojavayê bajarê Hemayê dijî artêşa rejima Esed û hêzên rejimê yên ku ji komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê didê pêk tên operasyon da destpêkirin.

Mixalifên eskerî pevçûnan ji odeya operasyonê ya ji bo ku dijî êrîşên berfireh ên hêzên rejimê li ber xwe bidin ava kirin bi rê va dibin û di pevçûnan da navçeya Kefrenbudeya li bakurê rojavayê bajarê Hemayê û gundên Til Hewaş û el-Humeyratê ji hêzên rejimê sitandin

Hat hînbûn ku di pevçûnan da gelek eskerên rejimê hatin kuştin, evrazên tankşikênan a rejimê û çekên giran hatin îmhekirin û fermandarê êrîşên Kefrenbudeyê yê rejima Esed dîl hat girtin.

Hêzên rejimê jî ji asîman û bejayê gelek êrîşan dibe ser herêmên navborî yên ku mixalifên eskerî bi dest xistin.

Li herêmê pevçûnên di navbera aliyan da dewam dikin.

Mihemed Raşidê berdevkê Artêşa Nasir a ku yek ji yekîneyên Eniya Azadkirina Neteweyî ya bin banê ASAyê da ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku mixalif ji bo ku pêşketina rejimê birawestînin û herêmên ku van hefteyên dawîn bi dest xistin paşva bistînin operasyon kir.

Raşid got ku "Bi operasyona ku me duh êvarê kir va navçeya Kefrenbude û gundê Til Hewaşê ji hêzên rejimê paşva sitand. Me gundê el-Humeyrata li xeta eniyê ya ku lêkes najî jî bi dest xist."

Hêzên rejimê di êrîşên xwe yên berfireh ên ji serê vê mehê va li dar xistin da li başûrê "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" gundê El Çenabîreya li çolwatê bajarê Hemayê û Girê Osman ê stratejîk, navçeya Kefrenbude û Girê Kevir, bajaroka Madikê, gundên Bab el Taka, el Huweys el Kirkat, el Hamra, eş Şerîa, Mihacirîn û Tuweyneyê bi dest xistibûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın