Elif Orhan
17 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2019
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper der barê daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên wekî heke hewce bike dikare baregehên Încîrlik û Kurecikê bigire da got ku "Ev mijar berê nehate min. Min jî di rojnameyan da dît ji ber vê jî qesda wan a ji vê yekê çi ye û çiqas cidî ne divê ez ji bo van bi hemtayê xwe ra biaxivim."
Esper di vegera Luksemburga ku ji bo salvegera Tearuza Ardenan a ku dema Şerê Cîhanê ya 2yemîn da lê 5 hezar eskerên Amerîkayê hatin kuştin vedigeriya bersiva pirsên rojnamevanan da.
Esper bersiva pirseke der barê daxuyaniyên Serokomar Erdogan ên wekî dijî pêşnûmaya mueyideyê ya Senatoya Amerîkayê ji hêla Tirkiyeyê va ji bo eskerên Amerîkayê girtina Încîrlik û Kurecikê da û ev gotin:
"Ev mijar berê nehat ba min. Min jî cara ewil wekî ku we îfade kir di rojnameyan da dît û ji ber vê jî qesda wan a ji vê yekê çi ye û çiqas cidî ne divê ez ji bo van bi hemtayê xwe ra biaxivim.
Esper behs kir ku divê NATO li ser mijara baregaha radaran a Kurecikê biaxive û ev gotin: "Tabi pêşiyê divê em bibêjin ku ew dewletekê desthilatdar in. Ji ber vê jî mafê wan heye ku NATOyê yan jî hêzên biyanî li axa xwe bihewînin yan nehewînin. Lêbelê wekî min got heke di gotina xwe da cidî bin ev dibe mijareke îtifaqê, girêdana we ya bi îtifaqê ra eleqedar e."
- Erdogan çi gotibû?
Serokomar Erdogan di weşana hevpar a ATV-A Haber a ku li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê hat lidarxistin da dema bersiva pirsên der barê rojevê da nirxandin ji bo Încîrlik û Kurecikê ev nirxandin kirbûn:
"Niha ev hemû biryarên di teserefû me da ne. Dema hewce bike ku em biryareke wiha bidin rayeya biryardayînê ya me ye. Dema cî bê em ê rûnin, bi hemû heyetên xwe ra heke girtina Încîrlikê hewce bike em ê bigirin, heke bê girtin em ê Kurecikê jî bigirin. Hemû mijar heke dijî me tevdîrên wekî mueyideyan bên tetbîqkirin em jî di çarçoveya muteqabiliyetê da bersiva hewce dê bidin wan. Ji bo herdu aliyan jî girîng e ku Amerîka pêngavên ku di têkiliyên me da temîrkirina wan pêkan nîne neavêje."
Serokomar Erdogan destnîşan kirbû ku Tirkiye dewleteke qebîleyan nîne û ev gotibûn:
"Hember Tirkiyeya ku xwedî 780 kîlomêtroqare û dîrokeke ji 2 hezar salî zêdetir e rewa dîtina helwestên bi vî rengî tişteke wisa nîne ku bêbersiv bimîne. Ji bo vê jî çi hewce bike em li gor esasa muteqabiliyetê van pêngavam diavêjin. Di ser da jî em bi we ra hevkarê stratejîk in. Ma em bi te ra di NATOyê ya hevkar nînin? Bi hev ra ne. Ji ber ku em di NATOyê da bi hev ra ne wey hevkarê model, hevkarê stratejîk yên ku tên kirin çi ne? Ma ev li hevkariya stratejîk tê? Hûn çawa dikarin tişteke wiha bikin, divê ew rûnin bifikirin. Heke ew tevgerên xwe yên cuda bidomînin helbet bersiva ku em ê bidin wan jî heye."