Abdullah Tel
14 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
WASHINGTON
Dîrektorê Ajansa Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê Dan Coats ji bo Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li Efrînê birêva dibin got ku Tirkiye bi wê operasyonê ewlehiya eskerên Amerîkayê dixe talûkê.
Coats di panela bi mijara "Tehdîtên li Seranserê Dinyayê" ya ku ji hêla Komîteya Îstixbarata Senatoyê hat kirin da axivî û got: "Tirkiye li Rojhilata navîn ji bo azweriya Kurdan asteng bike wê li rêyan bigere û êrîşên Tirk ên li herêma bakurê rojavayê Sûriyeyê dewam dike têkoşîn li dijî DEAŞê tevlihev dike û hêzên Amreîkayê yên li qadê ne dixe nav talûkeyê."
- "Îran piştgiriya dide terorê wê bidomîne"
Di axaftina xwe da Coats bal kişand ser mijara Îranê jî û got: "Îran piştgiriya ku dide terorê wê bidomîne. Hewlên wê yên li Yemen, Iraq û Sûriyeyê yên bi vê armancê wê dewam bike. Îran ji bo bandora xwe zêdetir bike wê serî li rêyên nû bixe. Têkoşîna li dijî DEAŞê wê ji xwe ra bike hincet û berjewendiyên xwe yên li qada şer wê wek peymanên ewlehî û aboriyê bibe serî."