Haydar Şahin
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
WASHINGTON
Joseph Dunfordê Sererkanê Amerîkayê got bawer dikin ku ji bo li Minbicê ewlehiyê pêk bînin li gor dîrektifa Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump tevgeriyan û wiha axivî: "Di demeke nêz da em ê di qismê siyasî da li Minbicê kesan ji kontrolê derbas bikin."
Dunford piştî Konferansa Sererkanên Têkoşîna Dijî Rêxistinên Tundrew bi Brett McGurkê Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî DEAŞê yê Trump ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Nûçegihanê AAyê pirsî û Dunfordê Sererkan pirsa li ser derengmayîna destpêkirina dewriyeya hevpar a li Minbicê bersivand.
Dunford diyar kir ku dewriyeyên serbixwe yên bi kordîne demildest dan destpêkirin, ji bo qismê mayîn a nexşerêya Minbicê xebatan dimeşînin û wiha pê da çû:
"Meseleya esas ev e: Wezîfeya Serokomar Erdogan û Serok Trump dan me li wê herêmê ceribandinên li dijî Tirkiyeyê yên Minbicê bi rêyên ewledar bidin sekinandin û ewlehiyê pêk bînin. Me ev demildest kir. Di mijara dewriyeya hevpar da jî dibê bixebitin ku awayê dewriyeya hevpar, fermandarî û kontrolê, rêgezên angajmanê û pîlana personelan amade bikin. Paşê jî dibê perwerdeyê dibin kesên ku ewê derkevin dewriyeyê. Ya rastî em gavên rasyonel diavêjin. Aciliyeta wê tunebû. Lêbelê demildest midaxeleyî mijarên ewlehiyê kirin."
Orgeneral Dunford îdia kir ku di mijara dewriyeyên hevpar da nexşerêyek tune ku em ê kîngê dest pê bikin.
Dunford bi bîr xist ku di 3 hefteyên dawîn da 2 caran bi Orgeneral Yaşar Gulerê hemtayê xwe ra axivî û wiha pê da çû: "Me duh cara duduyan xeberda. Me di herdu axaftinan da jî memnûniyeta xwe ya ji bo rêya hetanî nika meşiyan îfade kir. Em bawer dikin ku ji bo li Minbicê ewlehiyê pêk bînin em li gor dîrektifa Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump tevgeriyan. Di demeke nêz da em ê di qismê siyasî da li Minbicê kesan ji kontrolê derbas bikin."