RIYAD
Berdevkê operasyona li Yêmenê Mîrlîwa Asirî got fîloya ku Îranê şand Kendava Adenê û Geliyê Babil Mendebê heke çekan û alîkariyê bide milîtanan, heqê koalisyonê wê hebe ku bersiveke baş bide.
Asirî li Riyada paytextê Erebistana Siûdî civîna çapemeniyê ya rojane çêkir û di civînê da dîmenên baregeheke Tevgera Ensarullahê da temaşakirin û got "Teyareyên Misrê ji hewayê êrîşî vê baregehê kirin. Kê êrîş kiriye girîng nîne. Ya girîng ew e ku operasyon bi hêz û kordînasyoneke baş ber bi encameke rind pêş va diçe."
Asirî destnîşan kir ku teyareyên koalisyona di pêşîkêşiya Erebistana Siûdî da êrîşî navenda ragihandinê ya di destê hûsiyan da kirin û têkiliya di navbera serokên hûsiyan û milîtanan da hat birîn û ji ber vê yekê jî bi tenê man û ber bi qedera xwe ve diçin.
Asirî diyar kir ku ji bo ku rewşa li qadê biguhere alîkariyê didin Komîteyên Gel, Komîteyên Gel bi taybetî li gelek cihan bûn xwediyê cebilxaneyan.