WASHINGTON
Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden destnîşan kir ku nediyariya ji bo pêşeroja Iraqê dewam dike, lê di têkoşîna dijî DAEŞê da di rêyeke rast da dimeşin.
Bîden li Zanîngeha Parastina Neteweyî der barê polîtîkaya DYAyê ya Iraqê da daxuyanî da. Bîden destnîşan kir ku wê hefteya bê Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî were Washingtonê û got wê ev serdan bibe sedem ku têkiliyên her du dewletan xurt bibe.
Bîden der barê hewldanên koalîsyona navneteweyî ya ku li dijî DAEŞê hat avakirin da jî agahî da û wiha got: "Nediyariya ji bo pêşeroja Iraqê dewam dike, ev rastiyek e; lê di têkoşîna dijî DAEŞê da em di rêyeke rast da dimeşin."
Bîden diyar kir ku heta hemû derdorên mezhebî neyên cem hev DAEŞ têk naçe û wiha axivî: "Em hewldanên rêveberiya nû ya li Bexdayê baş dibînin ku hewl dide di navbera şiî, sunî û hêzên kurdan da yekîtiyê çêke. Lê divê hê gelek tişt werin kirin."